Meclisa TEV-DEM′ê ya herêma Firatê, li ser êrîşên hovanê yên dewleta Tirk diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker plankirî ne û bang li hêzên navneteweyî û herêmî kir ku bi lez tev bigerin û dawî li van sûcan bînin.
Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a herêma Firtê, têkildarî êrişa duh a dewleta Tirk a dagirker ya li Kobanê, ku di encamê de şervanekî QSD’ê şehîd bû daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Duh, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li başûrê Kobanê erebeyeke sivîl bombebaran kir.
Di encamê de welatiyekî Kobanê şehîd bû û 2 jî birîndr bûn.
Ev êriş hemwextî Insiyatîfa çareserkirina krîza Sûriyê ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye, hat kirin.
TEV-DEM’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û rasterast gefê li jiyana sivîlan dixwe û wiha got:
TEV-DEM: Civata navneteweyî hesab ji dewleta tirk napirse
“Dewleta Tirk hemû pîvan û peymanên navneteweyî binpê dike û civata navneteweyî hesab jê napirse.
Tevgera Civaka Demokratîk diyar kir ku armanca van êrîşan têkbirina ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û astengkirina têkoşîna li dijî terorê ye û wiha dewam kir:
TEV-DEM: Sûcên dewleta Tirk plankirî ne
“Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker dike plankirî ne û bêdengiya navneteweyî li hember van sûcan, nîşaneya dualîtiya pîvanên navneteweyî ye.
Dawiya daxuyaniyê, TEV-DEM’ê bang li aliyên navneteweyî û herêmî kir ku bi lez tev bigerin, zextên cidî û aktîf li hikumeta Tirkiyê bikin da ku reftarên xwe yên dijminane li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike.