Serokê HUDA PAR’ê bi Mesud Barzanî re civiya

Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglu li bajarokê Selahedînê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya.

Li gorî medya PDK’ê, serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiçioglu ji bo hinek hevdîtinan, serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Tê gotin Zekeriya li bajarokê Selahedînê ya ser bi Hewlêrê ji aliyê serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ve hatiye pêşwazîkirin û civiyane.

Gorî daxuyaniyan di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Tirkiye, Iraqê hatiye kirin.

Herwiha tê gotin li ser têkiliyên di navbera HUDA PAR û PDK’ê de jî lihevkirinek çêbûye.

Lê nehat gotin bêka ev lihevhatin li ser çi hatiye kirin.

Hêjayî gotinê partiya HUDA PAR ku wekî lingê siyasî yê hizbullahê tê nasîn di hilbirtinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyê were li dar xistin de, dê bi tifaqa AKP-MHP’rê dikeve hilbijartinan.

Back to top button