Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyek ragihand ku di encama êrîşek dironên dagirkeriya Tirkiyê li herêma Kobanê Endamekî me şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Îro sibehê saet 10:30’an, erebeyek ku şervanekî me tê de bû, rastî êrişa balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk hat.
Di êrîşa hovane de şervanekî me şehîd bû.