Li Ezazê Efrîniyek hate revandin

Li Ezazê Efrîniyek din hate revandin û 15 dar jî hatin birîn.

Efrîn POST ragihand ku çeteyan li Ezazê welatiyê bi navê Ebd Elrehman Kinco yê ji Badînayê revandin.

Efrîn POST diyar kir çeteyan bi behaneya ku Kinco li Efrînê bi Rêveberiya Xweser re kar dikir, hate revandin.

Heya niha jî aqûbeta Ebd Elrehman Kinco ne-diyar e.

Çeteyan 15 darên zeytûnê li gundê Ciwêqyê birîn

Tora Çalakvanên Efrînê jî da zanîn ku çeteyên El-Hemzat 15 darên zeytûnê birîn.

Ew dar jî milkên welatiyê bi navê Îmad Osman ê ji Ciwêqa ye.

Li beramber 2 hezar dolarî mala Henîf Ekaş lê vegerandin

Li aliyekî din jî çeteyên El-Emşat ji bo ku xaniyê welatiyê bi navê Henîf Ekaş yê li gundê Qirmîtleq lê vegerînin 2 hezar dolar jê stendine.

Tora Çalakvanên Efrînê da xuyakirin ku tiştek li ser hev di hundirê mala Ekaş de nemaye, pencere û derî jî hatine dizîn.

Back to top button