Nobeta Edaletê: Em ê bi çalakiya bi fîzîkî Abdullah Ocalan azad bikin

Li nêzî 10 bajrên bakurê Kurdistan û Tirkiyê çalakiya Edaleta Nobetê lidar e.
Hinek ji van çalakiyna êdî mehek û niva xwe temam dike.
Îro jî çalekgeran teqezî li ser pêkanîna armanca calakiya xwe kirin û gotin:
Çi dibe bila bibe, em ê Abdullah Ocalan bi çalakiyên xwe azad bikin.

34 mehin ji Rêber Apo agahî nayê girtin.

Ji bo wergirtina agahiyekê ji Rêber Apo û şikandina tecrîdê li nava 106 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê dîlgirtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hatiye despêkirin.

Bi armanca piştevaniya bi van çalakiyan re, Çalakiyên Nobeta Edaletê yên li nava bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatîn despêkirin bi biryardarî didomin.

Bi dirûşmeyan biryardariya çalakiya Nobeta Edaletê li Wanê didome.

Îro jî gelek nûnerên sazî û rêxistinên civakî serdana çalakiya ku ev 45 rojin lidar e kirin.

Di çalakiyê de bê navbera dirûşme û peyamên geşkirina berxwedanê hatin dayîn.

Yek ji çalakiyên herî dirêj yên Nobeta Edaletê ya piştî çalakiyên li girtîgehan despêkirî jî li Edeneyê pêk tê.

Çalakî di roja 46’an de bi serdana rêveberên DEM Partiyê dewam kir.

11 rojin li Îzmîrê jî bi heman armancê çalakî pêk tê.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad TJA û rêxistinên civakî hatiye despêkirin, bi piştevaniya xelkê herêmê didome.

Dayîkên girtiyên di çalakiyê de jî piştevaniya xwe ya ji bo çalakiyê nîşan didin.

Nobeta Edadletê ya li navenda Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) ya li Mêrdîn jî ev 12 rojin li dar e.

Di çalakiy de, ji Dayîkên Aştiyê Hacer Aksoy got:

Rojên xweş li pêşiya me ne. Em ê ji vê rêya xwe jî venagerin.

Emê destê hev bernedin û dixwazin Rêber Apo, Selahettîn Demîrtaş û tevahî girtiyên siyasî bên berdan.

Li Stenbolê jî çalakiya nobedê bi biryardarî didome.

Di roja 37’an a çalakiyê de, ji bartiyên siyasî û rêxistinên mafê mirovan serdan pêk hatin.

Li Amedê bi heman armancê 45 rojin çalaki dewam dike.

Îro jî serdana ji bo çalakiyê pêk hat.

Nobeta Edaletê: Divê tevahî civak xwedî li çalakiyan derkevin

Back to top button