Tîmên endezeyê yên Hikûmeta Şamê bi çavdêriya QSD’ê bi dehan cenaze ji goreke komî li Eyn Îsayê derxistin.
Îro tîmên endezeyê yên girêdayî hikumeta Şamê bi çavdêriya Nivîsgeha Têkiliyan a QSD`ê 42 cenaze ji goreke komî li gundê Xefiye El-Wehib a girêdayî navçeya Eyn Îsayê derxistin.
Hemû cenaze ên endamên tugeya 93 ne ku di havîna 2014`an de ji hêla DAIŞ`ê ve hatine kuştin.
Beriya vê, 15 cenaze ji goreke din li navçeyê hatibûn derxistin, bi vê yekê hejmara cenazeyên ku ji her du goran hatine derxistin gihaşt 57’an.
Nivîsgeha Têkiliyan a QSD`ê hemû cenazeyên ji her du goran hatine derxistin radestî hêzên hikumeta Şamê kirin.
Hat gotin jî ku wê testên pêwîst li ser cenazeyan çêkin, ji bo nasnameyên wan nas bikin û piştre radestî malbatên wan bikin.
Hêjayî gotinê ye ku li gundewarê navçeyê gelek gorên komî yên tugeya 93 hene, lê heta niha tenê 4 hatine dîtin.