Li Meksîka di êrîşa li dijî karwana polîsan de, herî kêm 13 polîs hatin kuştin

Li Meksîka di êrîşa li dijî karwana polîsan de, herî kêm 13 polîs hatin kuştin.

Di dema operasyoneke saziya hikumetê de ya bi navê Dozgeriya Giştî ya Meksîkayê, li eyaleta Mexîcoyê êrişek hate kirin.

Hate ragihandin ku herî kêm 13 wezîfedar di encama êrişê de mirine.

Çavkaniyên ewlekariyê û dozgeriya giştî ragihandin ku êriş li bajarê Coatepec Harînasê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, di dema êrişê de polîs û wezîfedarên dozgeriyê li dijî rêxistinên sûc operasyon dikirin.

Hate ragihandin ku pênc ji kesên hatine kuştin polîs in û heyşt jî wezîfedarên dozgeriyê ne.

Li Meksîka ji 2006’an ve ji ber dozên li dijî koma Kartelan û êrişên tundrawî zêdeyî 300 hezar kes hatine kuştin.

340 bini aşkın Meksikalının yerlerinden edildiği bu süreçte yaklaşık 40 bin kişi de kayboldu.

Nêzî 340 hezar kes ji cih û warê xwe bûn û di nava vê demê de, nêzî 40 hezar kes jî winda bûn.

Back to top button