Di 40. rojiya erdhejê de qûrbanî hatin bibîranîn

Di roja 40’emîn a erdhejê de li Bakurê Kurdistan merasîmên bîranînê hatin li dar xistin Şandeyên partî û saziyên Kurdistanî û Demokratîk bi vê boneyê serdana mexdûrên erdhejê kirin. Hevserokên giştî yên HDP’ê jî ku di nav şandeyan de bûn, daxuyanî dan û pirsgirêkên gel guhdar kirin Hevseroka diyar kirin ew berpirsiyarin ku hesabê qurbaniyên xwe û gelê xwe ji vî îktidarê bipirsin.

Ji bo bîranîna çilrojiya qurbaniyên erdhejê li Bakurê Kurdistanê bernameya bîranînê hatin lidarxistin.

Partî û saziyên Kurdistanî û Demokratîk weke şandeyan serdana mexdûrên erdhejê kirin.

Hevseroka giştî ya HDP’ê û şandeya pê re serdana Rihayê kirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Buldan û şandeya pê re, li Rihayê ku lehî lê rabûbûn lêkolîn kirin.

Piştî lêkolînê Pervîn Buldan daxuyaniyêk da.

Pervîn Buldan: Em li hemberî vê desthilatê bi hêrs in

Buldan, destnîşan kir ku ew li hemberî îktîdara ku birînên gel derman nake û alîkariyê nade bihêrs in û ev yek got:

Me li vir careke din dît ku mexdûriyeteke pir mezin heye. Lê xelk terkî qedera xwe hatiye kirin.

Firsendek li pêşiya me heye ku xwe ji vê îktîdarê xelas bikin û vê feraseta dizî, talan û nelirêtiyê têk bibin.

Ew jî hilbijartinên 14’ê gulanê ne. Xelkê dê hesaba vê ji wan bipirse.”

Piştî axaftinê Pervîn Buldan û kesên pê re li bajêr lêkolînên xwe domandin û li pirsgirêkên gel guhdarî kirin.

Hevserokê giştî yê HDP’ê Mithat Sancar li Hatayê bû

Li Hatayê jî ku di erdhejê de zêdetirî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, qûrbanî hatin bibîranîn.

Şandeya ku hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî di nav de destpêkê çû serdana Turbeya Xizir a li navçeya Samandagê.

Mîthat Sancar, têkildarî roja 40’emîn a erdhejê li wir daxuyaniyek da.

Sancar diyar kir ew neçarin ji ber êşa li pey wan maye berpirsiyariya xwe bicih bînin û got: Em ê hesabê qurbaniyên xwe û gelê xwe ji vî îktidarê bipirsin.”

Şandeya DBP’ê jî li Meletiyê serdana mexdûrên erdhejê kir

Hevseroka Giştî ya Partiya herêmên Demokratîk û şandeya pê re jî ji bo çilrojiya qurbaniyên erdhejê ne li Meletiyê bûn.

Li ser navê şandeyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di bernameyê de axivî û got: “Ji roja ewil ve em li cem gelê xwe ne û em ê her li cem gelê xwe bin.”

Li Dîlokê û Mereşê şandeyên HDP’ê bi malbatên qûrbaniyan re hate ba hev

Li Dîlokê û Mereşê jî ku erdhejê herîz zêde bandor li van deran kir şandeyên HDP’ê serdana mexdûran kir.

Şandeya HDP’ê bi malbatên qurbaniyan re hate ba hev.

HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin

Li aliyê din, HDP’ê bi boneya çilroja erdhejêvîdeoyek parve kir

Vîdeo bi sernavê “Me nekarî şîna xwe bigirin. Hûn dê hesabê bidin” hate belavkirin.

Di vîdeoyê de balê dikişînin ser qêrîna “Dewlet li ku ye” û piştre jî wêneyên piştî erdhejê hatine parvekirin.

Back to top button