Siyasetmedarên jin ên li herêmê Emîne Osê, Eyşe Efendî û Welîde Bûtî jî salvegera 10’an a Şoreşa Rojava pîroz kirin.
Di nirxandinên xwe de siyasetmedaran got:
“Di şoreşa Rojava de û tevî derfetên kêm jî, jinan karîbû bixebitin û di gelek waran de pêşengtiyê bikin.”
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê bi boneya salvegera 10’an a Şoreşa Rojava ji ajansa Firatê re axivî.
Emîne Osê diyar kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê weke derbeyekê ji sîstemên desthilat re bû.
Dawiyê, Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê ji bo parastina destketiyên Şoreşa Rojava tekez kir ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Eyşe Efendî: Jinan tevî derfetên kêm li ber xwe dan û pêşengtî kirin
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Eyşe Efendî jî anî ziman ku şoreşa Rojava mîrateya ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ye.
Eyşe Efendî diyar kir ku di şoreşa Rojava de û tevî derfetên kêm jî, jinan karîbû bixebitin û pêşengtiyê bikin.
Welîde Botî: Şoreş bi berdêlên giran heta niha dewam dike
Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî der barê heman mijarê de nirxandin kir.
Welîde Botî da zanîn ku şreoşa Rojava bi ked û berdêlên giran heta roja îro dewam dike.
Endama Koordînasyona Kongra Star îşaret bi pêşketina jinê di şoreşê de kir û got:
”Jinan destketiyên mezin bi dest xistin û bûn nimûneyek ji tevahî jinan re.”