⁣Nûçegihanê Ronahî TV şehîd Mistefa Mihemed hate bi bîr anîn

Rojnamevan şehîd Mistefa Mihemed di salvegera 6`an a şehadeta wî de li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê hat bi bîr anî.

Şehîd Mistefa di şopandina hemleya rizgarkirina Minbicê sala 2016`an şehîd bûbû.

Bi dehan rojnamevanan bi merasîmekê rojnamevan Mistefa Mihemed bibîr anîn.

Di merasîmê de bi navê Yekitiya Ragihandina Azad endamê yekitiyê Şivan Mêsî axivî û got: “Şehîd Mistefa yek ji sembolên ragihandina şoreşgerî ye ku hewl da bi deng û kameraya xwe serkeftinên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember hêzên tarî li Minbicê ragihîne.”

Her wiha edîtora ajansa ANHA ya herêma Firatê Dîcle Ehmed jî axivî û got:

“Şehîd Mistefa bi kameraya xwe şer kir. Êşa bajarê xwe gihand cîhanê heta gihaşt asta şehadetê.

Rastiya ku ji cîhanê re eşkere kiriye bû şahid li ser fedakariya ku ji bo gelê xwe kiriye.”

Back to top button