Corona..Pevguhêrên pereyan heftiyê 2 caran dikanên xwe vedikin

Bi biryara rêvberiyê ya nederketina derve re jî gelek dikan hatin rawestandin. Lê hinek cihên ku pêwistiyên zerorî bi wan heyî, hene. Yek ji van jî dikanên hurkirina pereyan. Rêveberiyê weke çareserî jî biryar dabû ku ev dikan roja Înê vekirî bimînin.

Ji bo parastina ji vîrûsa Corona şênî her tiştî dikin.

Bi taybet jî ji têkliyên nêzîk dur dikevin.

Ji xwe di vê çarçoveyê de 23’ê Adarê Rêveberiya xweser bi biryarekê biryara derneketina derve û qedexeya cihên komî ragihand.

Ev yek her çiqasî weke çareseriyeke li pêşiya derbasbûna vîrûsê ya ji herêmê re hat dîtin jî lê aliyên xwe yên negativ jî zêde ne.

Bi taybet di aliyê jiyanî de.

Gelek kesan ji derve dixwestin ku alîkariyê ji malbatên xwe re bişînin, lê ji ber girtina dikanên pevguhêra peran nikarîbûn.

Lê bi biryara rêveberiyê re, tevgera li cihê pere hurkirinê ya li bajarê Qamişlo bi carekê de rawestiya bû.

Piştî dem derketina derve hat dirêjkirin, rêveberiyê weke çareserî roja Înê ji bo serfkaran diyar kir.

Di vê rojê de kesên ku dixwazîn alîkarî ji bo kesên xwe yên ji derve û yên derve jî ji bo alîkarî ji yên hindir re bişênin berê xwe bidin van dikanan.

Serokê Serafan ya Herêma Cizîrê Welîd Elî, da zanîn ku biryareke nû ji wan re hatiye ku êdî ew dikarin roja Sêşemê jî dikanên xwe vekin.

Back to top button