Komxebata ‘Jin û Parastin’ li Şengalê hat li darxistin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) li ser mijara ‘Jin û Parastin’ komxebatek li darxist.
Di komxebatê de peyamên malbatên şehîdan, YJŞ-YPJ û Jinên Ciwan hatin xwendin û hate gotin, Emê xwe li ser fikrên Rêber Apo rêxistin bikin, ji fermanan biparêzin.

Bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê, bi dirûşmeya,”Bi Jin Jiyan Azadî me li ber xwe da Şengal rizgar kir bi têkoşîna xwe em diparêzin” komxebatek pêk hat.

Komxebat ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) li Meclîsa Gel a Şengalê hat bi rêxistinkirin.

150 jin beşdarî koxebatê bû û mijara komxebatê jî ‘Jin û Parastin’ .

Axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hico ve hate kirin.

Riham Hico diyar kir ku ji ber xiyaneta PDK’ç û xemsariya hikumeta Iraqê şengal rû bi rûyê qirkirinê hat û got, heta niha pilanên qirkirinê li dijî civaka Êzîdî tê meşandin.

Piştî axaftinan perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ya li ser jin û parastinê di sînevîzyonekê de hate dayîn.

Beşek ji peyama Rêber Apo ya ji bo xweparastin û rêxistinkirinê ya jinên Êzidî li beramber êrîşên qirkirinê wiha bû:

Di rastiyê de yê ku hate kuştin û destdirêjî li wan hatibû kirin em hemû bûn.

Bi taybet hûn jin, ger bi têkoşînê pêşî lê negrin, komkujiyên bi vî şewazî dê dewam bikin û wê li her derê talanan bikin.

Piştî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan, bi navê malbatên şehîdan dayê Neam Ilyas axivî.

Peyama fermandariya YJŞ’ê ji aliyê şervana YJŞ’ê Nûda Şengalî ve hate xwendin.

YJŞ’ê di peyamê de diyar kir ku ew amadene di her şert û mecî de gel û axa xwe biparêzin.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê jî bi peyamekê da zanîn ku parastina jinên şengalê erka wan e.

Rohilat efrîn: Emê tola fermana 74’an hilînin

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn jî peyamek bi dîmen şand komxebatê û xebatên jinên Êzidî yên xweparastinê silav kir û got:

Bê guman Civaka Êzidî li hember tevahî fermanan serê xwe ne tewandiye û çanda xwe parastiye.

Emê tola fermana 74’an hilînin.

Weke Hêzên YPG û YPJ’ê em amadene cardin parastina we bikin.

Back to top button