Li navenda Meclisa Ciwanan a Minbicê teqînek rû da.
Îro danê nîvroj li navenda Meclisa Ciwanan a Minbicê têqînek rû da.
Hate ragihandin ku di encama teqînê de hin kes birîndar bûne.
Her wiha zirarên madî yên mezin li avahiyê bûne.
Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyan gundên Minbicê topbaran kirin
Li aliyekî din jî êrişên dagirkeriya Tirkiyê li dijî herêmê dewam dike.
Dagirkeran gundê Mihsenlî, El Jat û El Toxar yên Minbicê bi dijwarî topbarankirin.