Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Qamişlo, Meclisa Malbatên Şehîdan ya Kobanê û Dayikên Şehîdan yên Şehbayê jî şehîdkirina Zelal Zagros şermezar kiirn ku gotin, Zihniyeta paşverû û êrîşkar bi her awayî dixwaze îradeya gel û jinan bişikîne, lê ti car îradeya me naşikê
Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên li dijî jinên pêşeng, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Dewleta Tirk a bi êrîşên xwe yên li dijî hermê bi dehan zarok û jin kuşt.
Dixwaze dawî li têkoşî û îradeya gel bîne.
Meclîs di berdewamiya daxuyniyê de balkişand ser şehîdkirin Zelal Zagros û wiha got:
Şehîd Zelal 31 salan ji bo xizmetkirina gelê xwe kar kiriye.
Ev ne cara yekem e ku pêşengên jinên Kurd dibin hedefa êrîşên bi vî rengî.
Zihniyeta paşverû û êrîşkar bi her awayî dixwaze îradeya gel û jinan bişikîne, lê ti car îradeya me naşikê.
Em soz didin ku emê heta dawiyê li pey doza wan bin û têkoşîn ikin.
Meclisa Malbatên Şehîdan ya Kobanê banga eşkerekirina rastiyê kir
Meclisa Malbatên Şehîdan ya Kobanê şehîdkirina Zelal Zagros şermezar kir.
Meclisê diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê ji bo hêza têkoşîna jina kurd lawaz bike jinan dike hedef.
Her wiha di daxuyniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistênên mafên mirovan hat kirin ku li dijî van sûcan bêdeng nemîn û erka xwe bi cih bînin.
Dayikên Şehîdan: Em ê serî ji hêzên desthilatdar netwînin
Dayikên Şehîdan yên Şehbayê jî bi heman armancê daxuynî dan.
Di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku bêdngiya hikumeta Başûr hevakriya bi sûc re diyar dike û gotin:
Em ê serî li hemberî hêzên desthilatar û xayinan netewînin.
Li dijî dagirkeriya Tirkiyê û hevakrên wê emê her li berxwebidin.
Kombûna Jinan a Zenûbiya xwest hesab ji kujerê şehîd Zelal Zagros bê xwestin