Li herêmê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin

Li herêmê bi buneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahî hatin lidarxistin.
Li Heleb, Şehba, Minbic, Reqa û Dêrazorê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin.
Beşdaran peyama bilindkirina asta berxwedan û tekoşînê heta misogeriya azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo dan.

4’ê Meha Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo ye.

Ev çend rojin bi çalakiyên cuda li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê 4’ê Nîsanê dihat pêşwazî kirin.

Îro jî li gelek derverên herêmê bi şahiyan rûjbûna Rêber Apo hate pîrozkirin.

Coşa vê rojê li Helebê gelekî balkêş e..

Kurdên li Helebê bi meş û şahiyê rojbûna nûrojê pîroz kirin.

Di şahiyê de, kesên axivîn rojbûna Rêber Apo li gelên Herêmê û cîhanê pîroz kirin.

Li heman deverê ji aliyê xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li qada Newrozê dar hatin çandin.

Li şehbyê tayîbet kampa serdem 4’ê nîsanê hate pîrozkirin.

Beriya şahiyê li gulîstana kampê dar hatin çandin.

Piştre Şahî destpêkir û tîmên stran, şano û dîlan berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di şahiyê de, ciwanekî Efrînî tevlî nava refên şoreşê bû.

Xelkên Minbicê li Parka Rêber Apo ya li rojhilatê bajêr 4’ê Nîsanê pîroz kirin.

Di şahiyê de, Kesên axivîn eşkere kirin ku rojbûna Rêber Apo rûjbûna hemû gelên herêmê ye.

Çimkî bi Fikir û felsefya Rêber Apo me benda tirsê şikand û li bi pey demokrasî û azadiya gelan ketin rê.

Li Reqayê jî bi şahiyekê 4’ê Nîsanê hate pîroz kirin.

Li Dêrazorê jî rojbûna Rêber Apo hate pîroz kirin.

Xelkên Dêrazorê peyama berxwedan û tekoşînê heta misogeriya azadiya Rêber Apo dan.

Back to top button