Îtalya wê balafirên şer neşîne Ukrayna

Di demekî salvegera şerê li Ukrayna nêzîk dibe de, lîderên rojavayî li derdora Kîevê kom dibin.
Serokwezîra Îtalya li Kîevê ragihand ku ew ê balafirên şer radestî Ukraynayê nekin.
Serokê Amerîka Biden jî got:
Wê Ukrayna ticarî ji bo Rûsyayê nebe serketinek.

Ji bo salvegera yekemîn ya êrişa Rûsya li ser Ukrayna tenê 2 roj mane.

Di demekî wiha de, lîderên Ewropa berê xwe didin Ukrayna.

Piştî serdana Serokê Amerîka Joe Biden, Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni li Kîevê bû.

Meloni li gel Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky civiyan.

Piştî civînê lîder derketin pêşiya çapemeniyê û bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Li ser pirsa wê Îtalya balafirên şer bide Ukrayna Meloni got:

Niha ti vebijêrkek ku balafirên şer bidin Ukrayna li ser maseyê nîne.

Meloni anî ziman ku ew difikirin ku hîna bêtir sîstemên parastina asmanî bişînin Ukraynayê.

Beriya hevdîtina li gel Zelensky, Meloni serdana herêma Bucha û Irpin kiri.

Meloni piştî wêneyên sivîlên li hemberî wan komkujî pêk hatî dît, nekarî xwe kontrol bike û rondik barand.

Li herêmên navborî piştî vekişîna hêzên Rûsya cenazeyê sivîlan li naverastê hatibûn dîtin.

Biden: Wê Ukrayna ticarî ji bo Rûsya nebe serketinek

Serokê Amerîka Joe Biden, piştî serdana xwe ya bo Kîevê dawî kir, berê xwe da Polonya.

Joe Biden li koşka serokomarî ya paytext Warsow ji gel re axivî.

Biden, di axaftina xwe de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hedef girt û wiha got:

“Wî xwe di şer de dît ku bi neteweyeke ji aliyê zilamekî ku cesareta wî ji agir û pola hatiye çêkirin re şer dike.

Serok Putin bi tiştên ku beriya salekê nedifikirîn re rû bi rû ye.

Demokrasî li cîhanê qels nebû, bi hêztir bû.

Otokrasî bihêz nebûn, qels bûn.”

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew ê bi hevkar û hevalbendên xwe re piştevaniya bo Ukrayna bidomînin û ev tişt anî ziman:

“Tu şik tune ye.

Biryardariya DYA ya ji bo îtîfaqa NATO û xala 5’an gelekî xurt e.”

Biden: Eger Ukrayna dest ji parastinê berde wê tine bibe

Joe Biden diyar kir ku hêzên Rûs û çeteyên dewleta Tirk sûcê li dijî mirovahiyê dikin, sivîlan dikujin û destavêtinê wekî çeka şer bikar tînin.

Biden ji bo dawî hatina şerê li Ukraynayê jî îşaret bi du xalan kir:

“Eger Rûsya êrîşa li ser Ukraynayê bisekinîne wê dawî li şer bê.

Eger Ukrayna dev ji parastina xwe berde, wê bibe dawiya Ukraynayê.”

Biden ji nişka ve serdana Ukraynayê kir

Back to top button