Rêveberiya Xweser heta niha bi rêya deriyên Tayha û Ewn Dadat, 79 cenazeyên kesên di erdheja 6’ê Sibatê de, jiyana xwe ji dest daye, wergirtine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, derbarê vê mijarê axivî û got:
Heta niha hejmara cenazeyên qurbaniyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê de jiyana xwe ji dest daye gihaşt 79 kesan.
Dr. Ciwan Mistefa diayr kir ku desteyê bi rêya deriyên Ewn Dadat û Tayha, cenazeyên qurbaniyan wergirtine.
Cenazeyên 5 qurbaniyên di erdheja Bakur û Tirkiyê ji deriyê ewn dadat hatin wergirtin