Dagirkeran malbatek ji navenda Efrînê revand

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan didomin.
Dagirkeran li naveda Efrînê Şêxê Eşîra El-Bobene Faris El-Xelîl û malbatek ku zarokekî13 salî jî nav de, revand.
Navenda belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê jî eşker kir ku meha Kanunê,135 sivîl ji Efrînê hatin revandin.

Rojane li Efrîna dagirkirî, sêcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dermirovî li dijî Efrîniyan zêd dibin.

Malpera Afrinpost ragihand ku ji destpêka meha Kanunê, li navenda Efrînê çeteyan di nav de zarokek 13 salî, malbatek ji gundê Kefer Şîlê yê Efrînê revand.

Malbat ji 4 kesan pêk tên û navên wan jî wiha ne:

Ednan Rehîm Cemo(50)

Hevjîna wî Fatme Mehmûd Honîk(50)

Keça wî ya temen biçûk Eliye Cemo(13)

kurê wî Rizgar Cemo (25)

Malperê da zanîn ku çeteyan malbat birin cihekî ne diyar û heya niha jî çarenûsa malbatê nayê zanîn.

Li Efrînê dagirkeran Şêxê eşîra El-Bobene revand

Navenda belgekirina Binpêkirinan li Bakur Sûrî jî desnîşna kir 28’ê Kanunê, li Efrînê çeteyan şêxê eşîra El- Bobene Faris El Xelîl bi bihaneyên ne rast revand.

Di heman rojê de li navenda Efrînê çeteyan ciwanê temenbiçûk yê bi navê Ebdurehman Qadî yê 17 salî yê ji gundê Eyn Dara revand û heya niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

Navenda Belgekirina binpêkirinan: Meha Kanunê 135 sivîl hatin revandin

Navendê destnîşan kir çeteyan ji 20’ê kanûnê ve navçeya Mabata û gundên wê dorpêç kiriye.

Hat diyar kir ku çeteyan ji bo koçberkirina şêniyên navçeyê yên ku piraniya wan Elewî ne û desteserkirina malên wan, gelek sivîl revandine.

Navenda belgekirina Binpêkirinan li Bakur Sûrî eşker kir ku meha Kanunê, çeteyên dewleta Tirk 135 Sivîl ji Efrînê revandin.

Li gorî navendê, di sala 2020’an de navên 880 sivîlên ku dagirkeran ji Efrînê revandine, belge kirine.

Back to top button