Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê di roja 35’an de ye

Çalakiyên Greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, 35 roj in dewam dike.

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, girtiyên siyasî ji 27’ê Mijdarê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne.

Çalakiya dîlgirtiyên azadiyê bi koma 7’emîn di roja 35’an de didome.

Li gorî parêzeran heta niha nêzî 2 hezar û 500 girtî tevlî çalakiyê bûne. Hate ragihandin ku girtî bi biryar in, heta ku bersiv ji daxwazên wan re bê dayin çalakiya xwe dewam bikin.

Girtî Rojbîn Yakût: Heta daxwazên me qebûl bikin wê çalakî bidome

Rojbîn Yakût a gîrtî jî ku bi rêya malbata xwe agahî da destnîşan kir ku pêdiviyên ji bo grevê yên mîna şekir û xwê bi awayekî rêkupêk nadin wan û diyar kir tevî hemû astengiyan jî heta daxwazên wan bên bicihanîn ew ê çalakiya xwe bidomînin.’

Greva birçîbûnê ya li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî di roja 14’an de didome.

Back to top button