Ciwanên Eyn Îsayê li dijî tecrîdê meşek li dar xistin

Li Eyn Îsayî ciwan bi girseyî daketin qadan û tecrîda li dijî rêber Apo şermezar kirin.
Ciwanan wiha gotin: Heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em ê di nava berxwedan û têkoşînê de bin.

Bi armanca şermezarkirina tecerîda li dijî rêber Abdullah Ocelan gelê herêmê di nava çalakiyan de ne.

Îro ciwanên Eyn Îsayê meşek li darxistin.

Meş bi dirûşma ‘Ciwan fedaîyên Rêber Apo ne’ ji Mizgefta Mezin dest pê kir û heta Çerxerêya Şehîd Cûdî dewam kir.

Di meşê de endama Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Temê axivî û got:

“Dewleta Tirk êrişî gelên ku xwe li gorî fikrên Rêbertî rêxistin dikin, dike.

Em ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkoşînê bidomînin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Macid Husam jî bêdengiya rêxistinên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Ocalan, şermezar kir.

Malbatên Şehîdan: Emê li dijî tecrîdê her di nav têkoşînê de bin

Back to top button