Emîne Hesen: Em bang li rêxistinên navnetewî dikin ku rê li van kiryaran bigrin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh ragihandibû ku serçeteyê koma “Sultan Suleyman Şah (Emşat)” zarokeke efrînî ya 10 salî li ser rêya Efrînê dema bi dayika xwe re bû, tecawiz kiriye.

Derbarê mijarê, Seroka Desteya Jinan a Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Emîne Mele Hesen axivî û got:

“Ji dema dagirkirina Efrînê ve dewleta Tirk a dagirker bi hincetên cuda sûcên hovane li dijî Kurdan pêk tîne.

Sûcên kuştin, revandin û tecawizkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinan bi taybet li dijî zarokên keç pir in.

Emîne dawiyê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku demildest destwerdanê bikin û rê li van kiryarên dijexlaqî bigrin.

Back to top button