Li Viyanayê ji bo piştgirîya Partiya Çepên Kesk şahiyek hat lidarxisitin

Piştgiriya ji bo Partiya Çepên Kesk li her deverê Kurdistanê û cîhanê bi şahiyan tê kirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo piştgiriya bi Partiya Çepên Kesk re şahiyek hate lidaxistin û bang li hilbijêran hate kirinê ku dengê xwe bikarbînin.

Di roja dawî ya dengdayînê a li derveyî welat de, xebatên ji bo Partiya Çepên Kesk bi xurtî dewam dikin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk şahiyek hate lidaxistin.

Di şahiyê de, li ser girîngiya hilbijartinê axaftin hatin kirin û ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû bang li hilbijêran hate kirin ku dengê xwe bidin.

“Her dengek dikare welêt bi temamî biguherîne”

Ji Partiya Keskan a Awûstûryayê Heîdî Seqûenz li şahiyê axivî û got:

“Her dengek dikare welêt bi temamî biguherîne.

Dengdana ji bo hilbijartinê ya li derveyî welat ku 27’ê Nîsanê dest pê kiribû, li nûnertî û deriyên gumrikê dewam dike.

Li gorî agahiyên ku ji Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Awûstûryayê hatin girtin, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de koordînasyonên welat, eyalet û herêmê hatin avakirin.

Li Ewropayê rêjeya beşdarbûna hilbijartinan li gorî sala 2018’an zêde bûye.

Di sala 2018’an de derdora ji sedî 49-50 bû, di hilbijartina îsal de ji sedî 60-70 zêde bûye.

Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Awûstûryayê anî ziman, armanca wan ew e ku li Awûstûryayê dengên HDP’ê yên sala 2018’an bi Partiya Çepên Kesk re bikin du qat.

Back to top button