Ji mitînga li Esenyûrt a Stenbolê peyama azadiyê

Partiya Çepên Kesk li bajarên Tirkiyê Stenbol û Antalayê du mitîngên girseyî û bi coş lidarxistin.
Di mîtînga li Stenbolê de dirûşma “Bijî Serok Apo” ji qadê bilind bû.
Li qadan siyasetmedarên ku xîtabî gel kirin gotin.
Kî dijminatiya Kurdan bike ewê di hilbijartinên 14ê Gulanê de bişînin.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûdan jî diyar kir ew ê carek din destûr nedin ku diz û talanker bi ser bikevin.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê de mîtîngên Partiya Çepên Kesk bi coş dewam dikin.

Li navçeya Esenyûrt a Stenbol bi dirûşma “Em hêvî, berxwedan û têkoşînê mezin dikin” mitîngek girseyî pêkhat.

Namzetên parlamenteriyê yên bajer, Başak Demîrtaş û her wiha gelek siyasetmedar tev li mitîngê bûn.

Piştî mîtîngê despêkir hevserokê rêxistina HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu anî ziman ti kes nikare li dijî vîna wan bisekine û got:

“Em ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de vîna xwe nîşan bidin.”

Piştre namzetên parlamenteriyê yên herêma 3’yemîn ên Partiya Çep a Keskan hatin nasandin.

“Em ê tecrîda li Îmraliyê têk bibin”

Dema namzeta parlamenteriyê Çîçek Otlu jî navê Rêber Apo anî ziman dirûşma “Bijî Serok Apo” ji qadê bilind bû.

Çîçek Otlu destnîşan kir ku ew ê tecrîda li Îmraliyê têk bibin

Başak Demîrtaş jî ku bi çepik û dirûşmeyan derket ser dikê, nameya ku Selahattîn Demîrtaş ji mîtîngê re şandibû xwend.

Piştre jî namzedê parlementeriyê Dersim Dag ku derket ser dikê û gel silav kir.

Dersim Dag bi bîr xist diyar kir kî dijminatiya Kurdan bike ewê di hilbijartinên 14ê Gulanê de bişînin.

Ji Antalya peyama serketinê ya Partiya Çepên Kesk

Partiya Çepên Kesk li Antalyayê jî li ber Eywana Sporê ya Tûrgût Ozal mitîngek li dar xist.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Serokwekîlê Komê û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê bajêr beşdarî mitîngê bûn.

Namzet û hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Antalyayê derketin ser dikê û gel silav kirin.

Bûldan bo AKP’ê: dem raste, zilam şaş e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan xîtabî gel kir û wiha axivî:

“Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de berpirsiyarek mezin dikeve ser milê her kesî.

Em ê carek din destûr nedin ku diz û talanker bi ser bikevin.

Em ê AKP’ê û Erdogan bişînin.

Dirûşma wan dibêje, ‘Dema rast, zilamê rast’. Em jî dibêjin dem rast e lê zilam xelet e.

Piştî axaftina Bûldan Jin Ma derket ser dikê û mitîng li ber stranên komê bi dawî bû.

Back to top button