Li Başûrê Kurdistnaê, 3 kesên din bi Coronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku 3 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine. Li Iraqê jî herî dawî 57 kes nexweş ketine û li Îran û Rojhilatê Îranê jî, di nava 24 saetên dawî de jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku li Hewlêrê 2 kes û li Duhokê jî zilamekî 75 salî bi vîrûsa Coronayê ketine.

Li gorî wezaretê, heta niha 347 kes bi vîrûsê ketine û 4’an jiyana xwe ji dest daye.

Li seranserî Iraqê, 57 kesên din bi vîrûsê ketine û 1 jî mir

Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê da xuyakirin ku li seranserî welat herî dawî 57 kes bi Coronayê ketine û kesekî li Bexdayê, jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha li gorî wezaretê, di 24 saetên dawî de, 39 kes ji vîrûsê baş bûne.

Heta niha li giştî Iraqê hezar û 820 kes nexweş in. Ji wan 263 kes baş bûne û 87 mirine.

Her wiha Wezareta Xwendina Bilind a Iraqî, ji ber kêmbûna nexweşên Coronayê, biryara destpêkirina xwendina zanîngehan di 2’ê Gulanê de da.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 1153 kesên din bi vîrûsê ketine û 60 jî mirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî hezar û 153 kes di 24 saetên borî de bi vîrûsê ketine û 60’î jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daneyên wezareta Tenduristiyê ya Îranî, heta niha 90 hezar û 481 bi Coronayê ketine û 5 hezar û 710 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button