Nivîskar Rêkewt Îsmaîl diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya dagirkirina Başûrê Kurdistanê dixwaze, Kurdistaneke biçûk a di bin destê wê de hebe û li dijî dagirkerî, xiyanet û sîxuriyê banga avakirina eniyeke siyasî ya netewî, li hêzên Başûrê Kurdistanê kir.
Êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê didomin û di van êrîşan de, Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn 27’ê Gulanê, li herêma Biradost şehîd bû.
Derbarê vê bûyerê û dagirkeriya deweleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, Nivîskar Rêkewt Îsmaîl ji ajansa Rojnews re axivî.
Rêkewt Îsmaîl anî ziman ku armanc û xeyalê dewleta Tirk zindîkirina Mîsaqî Millî ye û got:
“Ji xwe Başûrê Kurdistan û beşek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke ya xwe dibîne.
Lewma di vê pêvajoyê de ji hemû deman zêdetir êrîşî Başûrê Kurdistanê dike.
Zêdebûna van êrîşan di çarçoveya hemahengî û lihevkirina bi PDK’ê re ye.
Berî niha bi demekê jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdaneke veşartî li Tirkiyê pêk anî û li gel berpirsê dezgeha îstixbarata Tirk MÎT’ê Hakan Fîdan hevdîtinek pêk anî.
Nivîskar Rêkewt Îsmaîl: Dewleta Tirk Kurdistaneke di bin destê xwe de dixwaze
Rêkewt Îsmaîl destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya dagirkirina Başûrê Kurdistanê dixwaze ku Kurdistaneke biçûk a di bin destê wê de hebe û ev tişt gotin:
“Niha desthilatdariya Herêma Kurdistanê wêneyekî wisan ava dike ku Tirkiye bergiriya xwe dike û diyar dikin divê PKK di nav xaka xwe de şerê Tirkiyê bike.
Lê wê nabînin ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, 36 bargehên wê yên leşkerî û sîxurî hene û destê xwe avêtiye heta herêma Zînî Wertê.”
Îsmaîl bi van hevokan bal kişand ser xiyaneta navxweyî:
“Şehîdkirina Diyar Xerîb, Zekî Şengalî, Qasim Engîn û şoreşgerên din hemû yekser bi destê sîxurên navxweyî û PDK’ê rû didin.
Ji ber li gel Tirkiyê odeya hevbeş a operasyonan çêkirine.
Balafirên bêmirov ên Tirkiyê li Leşkergeha Bamernê radibin, tên rêveberin û bikaranîn.”
Nivîskar Rêkewt Îsmaîl di dawiyê de li dijî xiyaneta navxweyî û destdirêjiya dewleta Tirk, banga avakirina eniyeke siyasî û neteweyî, li hêz û aliyên Başûrê Kurdistanê kir.