Li Kerkûkê çeteyên Dewleta Tirk êrîş kir, leşkerek Iraqî mir û 5 birîndar bûn

Dewleta Tirk, çeteyên xwe li Iraqê bi rêxistin dike. Çavkaniyekî ji artêşa Iraqê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk li bajarê Kerkûkê êrîş birine ser hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şebî. Di encamê de, leşkerek miriye û 5 jî birîndar bûne.

Dewleta tirk a dagirker bi xelayê dagirkirina Kerkukê careke din planên xwe yên qirêjî li herêmê zêde kiriye.

Li gorî agahiyên çavkaniyekî ji artêşa Iraqê ku nexwest navê xwe eşkere bike, tabûrek a artêşa Iraqê ya li sînorê gundê Etşane yê bajarokê Daqûqê yê Kerkûkê bû hedefa guleyên hawanan.

Di encamê de, leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn.

Heman çavkanî da zanîn ku piştî lêkolîna di derbarê êrîşê de, hate destpêkirin, derketiye holê ku guleyên hawanê ji gundê bi navê Beşîr hatine avêtin.

Gundê Beşîr cihê çeteyên Tirkiyê ye ku beriya niha ji aliyê MÎT’ê ve hatine perwerde û bi cihkirin.

Hat gotin, xebatên lêkolînê yên berfireh ên derbarê êrîşê de, bûne sedema aloziyê.

Ew çeteyên Tirkiyê zêdetirî 4 sal in ku li Tirkiyê ji aliyê MÎT’ê ve hatine perwerdekirin û vegerandine Kerkûkê.

Hejmara wan derdorê 700 kesî ye û cebilxane, mûçe û çekên wan ji aliyê Tirkiyê ve tê dayîn.

Hêjayê gotinê ye ku çend dezgehên ragihandinê yên hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê wê êrîşê weke ku çeteyên DAÎŞ’ê kiriye bi raya giştî re parve kirine.

Back to top button