Heleb-Di encama teqîna meyînekê de du leşkeran jiyana xwe ji dest da

Ji ber paşguhkirina Hêzên Hikûmetê ji bermahiyên şer re, gelek welatî jiyana xwe ji dest dan. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî ragihand ku di encama teqîna mayînekê de du leşkerên Firqeya 25 li Heleb û şivanek li Dêra Zorê jiyana xwe ji dest dan.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li çolistana Xenasir ya Helebê mayînek bi erebeyeke leşkerî ya Firqeya 25 de teqiya.

Çavdêriyê diyar kir ku di encamê de du endamên firqeyê yên ji bajaroka El-adiliya ya Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Li Dêra Zorê di encama teqîna mayînekê de şivanekî jiyana xwe ji dest da

Li Cebel El-beşerî ya Dêra Zorê a di bin serweriya Hêzên Hikûmetê de jî, dema ku şivanek pezê xwe diçêrand mayînek pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavdêriyê şivanê ku jiyana xwe ji dest daye ji bajarokê Til Temir yê Hesekê ye û li Dêra Zorê dima.

Back to top button