Beriya du rojan di encama qezayekê li ser rêya gundê El-Xurafî ya Hesekê – Dêra Zorê du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Jin û şervanekî QSD’ê şehîd bûn. Îro şêniyên Til Birakê sersaxî dan malbata endama Hêzên Ewlekariyê Melka El-ayid.
Malbatên şehîdan, edamên saziyên sivîl û leşkerî serdana konê sersaxiyê kirin.
Di merasîmê de, endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên El-sadî axivî û fedakariyên şehîdan û parastina wan a ewlehiya herêmê pîroz kir.
Hisên El-Sadî wiha anî ziman:
“Her şervanek, bi doza xwe bawer kir, rêya têkoşînê hilbijart û soza şopandina rêya şehîdan da.”
Endamê Meclisa Navçeya Til Birakê Wenas Elebdelah jî axivî û sersaxî da malbata şehîd û soz da ku ew ê heya serkeftinê û ji bo parastina destketiyên şehîdan berxwe bidin.
Dawiyê, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.