Şehîd Melka Elayid bi merasîmekê li Hesekê hate oxirkirin

Şehîd Melka Elayid ku di encama qezayekê de şehîd bû, îro li goristana şehîdan a Hesekê hate oxirkirin. Li Kobanê jî şêniyan sersaxî dan malbata şehîd Ferhad Mistefa.

Duh di encama qezayekê 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Melka Elayid û Xemlîn Kobanê û endamê QSD’ê Bozan Mehmûd li ser rêya gundê Elxurafî yê Hesekê-Dêra Zorê de şehîd bûn.

Îro bi merasîmekê Şehîd Melka Elayid li goristana şehîdan ya Hesekê hate oxirkirin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Birakê Şûcah El Hesir diyar kir ku ew bi şehîdên xwe serbilindin û bi saya wan ewlehî li herêmê pêk hatiye.

Ji fermandarên QSDʹyê yên herêma Cizîrê jî Ehmed Deran bal kişand ser rola QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina herêmê de û îşaret bi rola pêşang a jinan di şoreşê de kir.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Dilêr Temo jî behsa têkoşîna şehîd Melka El Ayid kir û got:

“Şehîd Melka ji bo azadiya jinan têkoşiya.”

Merasîm bi xwendina wesyqeya şehadetê û oxirkirina şehîd bi dawî bû.

Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbatên şehîd Rênas û Dilşad re xwest

Di 1’ê Gulanê de jî dema ku şervanê QSD’ê Rênas û şervanê Hêzên Komandos Dilşad Badînî li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.

Şêniyên bajarê Hesekê îro bi girseyî berê xwe dan bin kon û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Li bin konê sersaxiyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ezîza Hisên axivî û ev tişt anî ziman.

Ji rêveberên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hemîd Hesen jî axivî û da zanîn ku şehîd Dilşad di nava malbateke welatparêz a xwedî fikir û felsefeya rêber Apo de jiya.

Şehîd Malda Kûsa li ser gora xwe hate bibîranîn

Herwiha li goristana Şercî ya li Hesekê jî endama Akadîmiya Jinelojiyê Malda Kûsa li ser gora xwe hate bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Şêniyên Kobanê sersaxî dan malbata şehîd Ferhad Mistefa

Şêniyên Kobanê jî berê xwe dan bin konê sersaxiyê yê Şehîd Ferhad Mistefa.

Li vir hevserokê Meclisa Kobanê Mistefa Îto axivî û got ew ê heta serkeftinê şopdarê xeta şehîdan, fikir û felsefeya Rêber Ocalan bin.

Back to top button