“Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin”

Tifaqa AKP-MHP’ê ya roj bi roj dihele ji bo di hilbijartinen de serbikeve serî li fêlbaziyan dide. Hevserokê Egîtîm Sena Amedê Zulkuf Guneş diyar kir ku endamên KESK’ê yên ji bo li ser sindoqan bibin wezîfedar navê xwe nivîsandine lê navên wan hatine jêbirin û got: “Em carek din diyar dikin ku ewlehiya hilbijartinê di bin xetereyê ye.”

Bi nêzbûna hilbijrtinên li Tirkiyê re dek û dolabên AKP-MHP’ê jî zêde dibin.

Tifaqa AKP-MHP’ê ku li ber têkçûnêye ji bo xwe di hilbijartinan serkeftî nîşan bide serî li her riyan dide.

Tê gotin Wezîrê Karên Navxweyî yê AKP’yî Suleyman Soylû walîtiyên bajaran wezîfedar kiriye ku agahiyên ji sindoqan derkeve jê rê bên şandin.

He wiha ev nîqaş hê didome, vê carê jî tê gotin ku endamên sendîkayên muxalîf ku dixwazin li ser dibistanan wezîfedariya sindogan bikin, lê navê wan ji lîsteyan hatine derxistin.

Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şaxa Amedê li avahiya xwe têkildarî vê mijarê daxuyanî da.

Hevserokê Egîtîm Senê ya Amedê Zulkuf Guneş diyar kir ku endamên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li navçeyên Sûr û Bajarê Nû yên Amedê ji bo di desteyên sindoqan de wezîfeyê bigirin serlêdan kirine lê navê wan ji lîsteyan hatine derxistin.

KESK: Ewlehiya hilbijartinê di bin xetereyê de ye

Guneş anî ziman ev muameleya li ser endamên KESK’ê nayê qebûlkirin û ev bang li her kesî kir:

“Em carek din diyar dikin ku ewlehiya hilbijartinê di bin xetereyê ye.

Em bang li hemû endam û aktîvîstên xwe dikin ku roja hilbijartinê bi seferberi xwedî li sindoqan derkevin.”

Hevserokê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş di dawiyê de anî ziman ew ê tevî hemû astengiyan jî xwedî li sindoqan derkevin.

Back to top button