Artêşa Tirk û çeteyên wê topbaran û êrişên xwe yên li ser herêmê didomînin. Dewleta Tirk bi balafireke bêmirov a bi çek êrişî Til Temir kir. Her wiha gundên Mibincê, Efrînê û Şehba jî hatin topbarankirin.
Îro di seatên esirê de, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundê Til Leben ê navçeya Til Temirê bombebaran kir.
Di encamê de welatiyek birîndar bû.
Gundên Minbicê û Efrînê hatin topbarankirin û zirarên madî çêbûn
Her wiha Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî derbarê êrişên li ser deverê agahî parve kirin û got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ereb Hesen, Ewn Dadat, Erbei Kêlo, Cerad û Mefa-rîd ên bakurê Minbicê bi çekên giran û navîn topbaran kirin.”
Hat diyarkirin ku nêzî 96 moşek û hawan li van gundan ketin.
Saetên ber destê sibê jî gundên Aqîbê û Soxanekê yê Şêrawa a Efîrnê û devera navbera vî gundî û gundê Soxanekê hatin topbarankirin..
Li vir jî zirar gihiştin mal û milkên şêniyan.
Tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî li ser Til-Rifetê hebû.