Vê sibehê careke din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê Minbicê topbaran kirin.
Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ereb Hesen, Ewn Dadat, Erbe Kêlo, Cerad û Mefarîd ên bakurê Minbicê bi çekên giran û navîn topbaran kirin.
Navendê eşkere kir nêzî 96 moşek û hawin li van gundan ketin û çete bi awayekî rasterast sivîlên van gundan kirin armanc.
Doh derengiya şevê jî artêşa dagirker gundên Til Enab û Şeala yên Şehbayê dan ber topan.
Hat ragihandin ku ji ber van topan ziyanên madî gihiştin erd û zeviyên gundiyan.
Ev êriş rojane pêk tên, lê cîhan li hember wan her bêdeng e.