Jinên Çerkes, Tirkmen û Kurd tevlî Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûne

Ji bo axa xwe biparêzin û ji dagirkeran re nehêlin, ne tenê Kurd û Ereb ên li herêmê di qadên leşkerî de cih digirin.
Tirkmen û Çerkes jî ji ber metirsiya gef û êrişên Tirkiyê beşdarî refên Meclisên Leşkerî dibin û şer dikin.
Şervana Çerkes Tesnînm Yeqûb û ya Tirkmen Hiyam Mûsa du jin in di Meclisa Leşkerî ya Minbicê de cih digirin û li dijî êrişan li ber xwe didin.
Ew bang li hemû ciwanên hrêmê dikin ku axa xwe ji dagireran re nehêlin û bi hêzên leşkerî re parastinê bikin. 

Her ku dewleta Tirk gef û êrişên xwe li ser herêmê zêde dike, ciwanên herêmê bêhtir tevlî nav refên leşkerî û qadên parastinê dibin.

Taybet jin ku bi girêdana bi ax û warê xwe ve naskirî ye.

Lê ne tenê Kurd û Ereb, jinên Çerkes û Ermen jî parastina axê weke erk li ser xwe dibînin û ji êrişan re dibin bersiv.

Ev yek bi tevlîbûn sê jinên ciwan ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê re diyar dibe.

Yek Çekes, ya duyem Tirkmen û ya din jî Kurd e.

Tesnîm Yaqûb a Çerkes, sala borî di dema gefxwarinên dewleta Tirk li ser herêmê tevli Meclisa Leşkerî ya Minbicê dibe.

Şervana Çerkes der barê tevlîbûna xwe de dibêje:

Di nava vê meclisa leşkerî de min hemû pêkhate dîtin.

Hevgirtina gel li Minbicê hêzêke xurt ava kiriye, ji tunebûnê hebûn hat avakirin.

Meclisa me li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker bûye mertal.

Bi saya fikirê rêber Abdullah Ocalan em gihîştin ve astê.

Piştî ku şervan Tesnîm Yaqûb, tevlî dibe, 2 birayên wê jî tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê dibin.

Hiyam Emîn Mûsa jî ji pêkhateya Tirkmen e.

Ew jî piştî gefên dewleta Tirk ên îsal tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê dibe.

Li ser sedem û armanca tevlîbûna xwe şervana Tirkmen Hiyam vê dibêje:

Em naxwazin qonaxa DAIŞ’ê dubare bibe.

Gelek hewldanên dagirkeran hene ku derbasî axa me bibin, lê em nahêlin.

Banga min li ciwanan ew e ku tev li şoreşê bibin û hemû bi hev re welatê xwe biparêzin.

Şervana Kurd Agirî Kobanê jî mîna herdu hevalên xwe cihê xwe di vê mecilsa leşkerî de digire û di yek xendeqê de li dijî dijmin li ber xwe didin.

Ew jî bang li ciwanên herêmê dike ku tev li hêzên leşkerî bibin û bi wan re li dijî dagirkeran axa xwe biparêzin.

Weke hemû qadên din, di qada leşkerî de jî, jin roleke sereke dilîzin û heta di piraniya qadan de jî pêşengirtiyê dikin.

Back to top button