Emerîka gef li Îranê xwar: Eger êrîşeke nû li Iraqê pêk hat, wê Îran poşman bibe

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku welatê wî texmîn dike êrîşên nû li Iraqê pêk werin. Esper gef li Îranê xwar ku ew ê poşman bibe.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper diyar kir ku ew pêşbînî dikin ku komên alîgirên Îranê li Iraqê careke din êrîşî navendên wan bikin.

Esper got:

Heger êrîş pêk werin ew ê bihêlin ku Îran poşman bibe.

Mark Esper di daxuyaniya çepemeniyê de destnîşan kir ku ew ê xwe biparêzin û li hember her reftariyek kirêt ji wan komên alîgirên Îranê bisekinin.

Beriya çend rojan balafirên Emerîkî li ser bargehên çekdarên nêzî Îranê êrîş pêk anîn.

Di encamê de 25 çekdar hatin kuştin.

Li hember vê yekê bi hezaran alîgirên Îranê 31’ê Kanûna 2019’an êrişî seferetxaneya Amerîka ya li Bexdayê kirin û sloganên ” Mirin ji Amerîkayê re” gotin.

Leave a Reply

Back to top button