Qonaxa 3. a oparasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ di roja 3 de ye

Qonaxa 3. a oparasyona “Mirovî û Ewlehiyê” di roja 3 dewam dike.
Di xebatên lêgerînê de, bombeyên destan, al û diravên çeteyên DAIŞ’ê hatin dîtin.
Asayîşê eşkerekir ku 8 kesên din yên hevkarî bi şaneyên DAIŞ’ê re dikirin, girtin.
Şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana kampa Holê kir.

Qonaxa 3. a operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” di roja 3’an li kampa Holê dewam dike.

Di roja 3’an de, hêzên leşkerî xebatên lêgerînê li beşê 5″an yê bi navê “Muhacîrat” pêk anîn.

Zarokên DAIŞ’î bi keviran êrişî hêzên Asayîşê kir

Vê sibê zarokên çeteyên DAIŞ’ê agir pêxistin, kêr di destê wan de û sloganên zindîbûna DAIŞ’ê gotin.

Her wiha bi keviran jî êrişî hêzên Asayîşê kirin.

Li kampa Holê bombeyên destan, ala û diravên DAIŞ’ê hatin dîtin

Hêzên leşkerî di lêgerînê de, bombeyeke destan, al û diravên metal ên çeteyên DAIŞ`ê dîtin.

Her wiha pirtûkên ku jinên DAIŞ’ê zarokan li ser firkirê tundrew perwerde dikin hatin dîtin.

Piştî xebatên qeydkirin û tomarkirina jinên DAIŞ’î li beşa muhacîrata lêgerîn bidawî bû.

Asayîş: Li kampa Holê 8 kesên din hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agahiyên nû derbarê qonaxa 3’an a “Mirovî û Ewlehiyê” pave kir.

Asayîşê da zanîn ku di operasyonên serdegirtinê de 8 kesên ku hevkariyê bi şaneyên DAIŞ`ê re dikin, hatine girtin.

Di 24 saetên pêşîn ên operasyonê de, 21 kes hatibûn girtin.

Bi vê re jimara kesên heta niha hatine girtin derket 29’an.

Rêveberiya kampa Holê: Zarokên DAIŞ’î ji berê zêdetir tundraw bûne

Ji bo şopandina qonaxa 3’an a “Mirovî û Ewlehiyê”, şandeyek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk serdana kampa Holê kirin.

Hevseroka rêveberiya kampa Holê Cîhan Henan şande pêşwazî kir.

Cîhan, ji şandeyê re behsa xetereya kampê û belavkirina fikrên tundraw kir û got:

“Ruxmî perwerdeyan, lê zarokên DAIŞ`ê ji berê bêtir tundraw bûne.”

Piştre şandeyê serdana beşa “muhacîrat” kir.

“Barê li kampa Holê giran e û divê her welat DAIŞ’iyên xwe bibin”

Têkildarî serdanê Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê ya Kantona Cizîrê Hindirîn Sîno axivî û got:

“Armanca operasyonê, xurtkirina ewlehiyê û îstiqrarê li herêmê ye.”

Hindirîn Sîno bal kişand ser paşguhkirina dewletan ji dosyaya DAIŞ`ê re û got:

“Barê kampa Holê êdî gelekî giran e.

Gelek dewletên welatiyên wan di kampê de hene, divê bên û wan bibin.”

Back to top button