Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got, Duh hêzên wan keştiya ku tîmeke tirkî bi rê ve dibir, li peravên Lîbyayê girtine.
Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ji Reûtersê re ragihand ku hêzên wan ê deryayî keştiya ku Tîma Tirkî rêve dibir li nava ava deryî ya ku beramberê bajarê Derne dikeve rawestandine.
Ehmed El-Mismarî dazanîn keştiya ku wan girtiye ber bi perava Reîş El-Hîlal ve birine da ku keşf û lêpirsînê bikin.
El-Mismarî got:
“Emê nehêlin çeteyên DAIŞ û El-Qaîdeyê di nava axa bi ewle ya Libyayê de bi cih bibin.”
Doh jî Meclisa Gel a Bilind ya Tirkiyê TBMM hevkariya leşkerî ya li gel hikumeta Wifaq a dibin serkêşiya Fayîz El Serac de erê kir.