Endamê îstîxbarata berê yê başûrê Kurdistanê Şêrwan Seîd Yûsûf Hecî qala êşkenceya li zindanên PDK’ê û nelirêtiya li nava asayîşê kir.
Hacî diyar kir ku asayîşa PDK’ê û MÎT’a Tirk bi hev re di nava hevkariyê de ne.
Polîtîkayên PDK’ê yên siyasî, leşkerî û aborî yên bi dewleta Tirk re, Başûrê Kurdistanê ber bi hilweşandinê ve dibe.
Bi binçavkirin, girtin, revandin û kuştinê re gelek beşên civakê bi taybetî rojnamevan û rewşenbîr êşkence li wan tên kirin.
PDK’ya ku polîtîkaya wê ya li derve weke “xeta xayintiyê” teşhîr bûye, di nava xwe de jî weke “rejîma tepisandinê” tê pênasekirin.
Kiryarên PDK’ê ya kirêt yek bi yek derdikeve holê.



