Hizbullah: Me bi moşekan li baregeha Îsraîlê xist

Êrişên Îsraîlê û Hizbullaha Libnanê ên li dijî hev jî didomin.
Duh Îsraîlê li dijî baregehên Hizbullahê êriş pêk anîn.
Îsraîlê ragihand ku di van êrişan de wan li gelek kadro û rêveberên Hizbullahê xistine.
Hizbullahê jî eşkere kir ku wan bi gelek moşekan bersiva êrişan dane.

Tevî şerê li Xezayê êrişên Îsraîlê û Hizbullahê yên li dijî hev jî dewam dikin.

Îsraîl bi balafirên şer û yên bê mirov, Hizbullah jî bi pergala moşekan êriş dike.

Hizbullahê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan bi moşekan li bareheke kontrola ezmanî ya Îsraîlê xistine.

Hat diyar kirin wan gelek moşek avêtine Baregeha Meron ya li çiyayê Cermekê.

Her wiha Hizbullahê ragihand ku wan bi moşekan li bîryargeha leşkerî ya Îsraîlê ya li Golanê jî xistiye.

Hate diyar kirin ew êriş weke bersiva êrişên Îsraîlê yên ku duh li dijî bajarê Baalbek kirin pêk anîn.

Di êrişa bi balafirên mirov ya Îsraîlê de li du deverên Hizbullahê hatibû xistin û 2 endamên Hizbullahê hatibûn kuştin.

Artêşa Îsraîlê: Me li kadro û rêveberên Hizbullahê xist

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee têkildarî êrişên Hizbullahê û bersivdayîna li dijî êrişan daxuyanî da.

Adraee diyar kir wan bersiva êrişên Hizbullahê dane û wiha got,

“Hizbullahê, balafira bê mirov ya Îsraîlê xist xwarê. Weke bersiva vê êrişê li dijî yekîneya parastina ezmanî ya rêxistina Hizbullahê ya li
Baalbekê êriş hatin kirin. Di nava 24 seetên dawiyê de jî li hejmareke zêde li kadro û rêveberên Hizbullahê hate xistin.”

Adraee da zanîn wê Îsraîl serweriya xwe biparêze û ji bo parastina Îsraîliyan li dijî Hizbullahê operasyonên xwe bidomîne.

Hizbullah girêdayî Îsraîlê balafireke bê mirov xist

Back to top button