TAJÊ bang li hikumeta Iraqê kir ku pêşî li van êrîşan û gefan bigire

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî  bang li gel kir ku xwedî li ber berxwedana gerîla derkevin.
Rêxistin, partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê jî bang li hemû Kurd û dostên wan kir ku beşdarî çalakiyên li dijî êrîşên dewleta Tirk bibin.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) li bajarokê Xanesorê yê Şengalê daxuyaniyek da û berxwedana gerîla ya li Zapê, Metîna û Avaşînê li dijî dagirkeriyê dimeşîne, silav kir.

TAJÊ diyar kir ku dagirker êrîşî wan deveran dikin ku xelk xwe bi fikrê Rêber Apo birêxistin dike, hewl didin ku pêşî li belavbûna fikrê Rêber Apo bigirin û nehêlin ku bigihêje nava civakê.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bang li hikumeta Iraqê kir ku pêşî li van êrîşan û gefan bigire.

Aliyên Kurdistanî li Ewropayê banga beşdarbûna çalakiyên dijî Tirkiyê kir

Rêxistin, partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê jî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ser ‎Herêmên Parastinê yên Medyayê bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kirin.

Rêxistin, partî û saziyên Kurdistanî bang li hemû Kurd û dostên wan kir ku bi rihê berxwedana Garê beşdarî çalakî û xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk bibin û êrîşên dagirkeriya Tirk bişkînin.

Back to top button