HPG’ê: ‘Pêngava şoreşger ya Bazên Zagrosê’ dest pê kir

Artêşa Tirk a dagirker ku ji şeva 24’ê Nîsanê ve êrîşî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dike ji gerîlayan derbên giran dixwe.
HPG’ê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê’ da destpêkirin. Di encama çalakiyên gerîlayan de herî kêm 11 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker ji şeva 24’ê Nîsanê ve êrîşan dibe ser qadên Zap, Metîna û Avaşînê yên di bin kontrola gerîlayan de.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û berxwedana gerîla ya 24 saetên dawiyê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir ji roja ku êrîşan destpêkiriye heta niha hêzên gerîla bi ruhekî fedaî li hemberî dagirkeran li ber xwe didin û li qadên Avaşîn û Zapê ”Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê’ dane destpêkirin.

HPG’ê diyar kir gerîla di çarçoveya pêngavê de derbên giran li dagirkeran dixin û ev agahî parve kir:

“Di 24’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker li Girê Mamreşo ya qada Avaşînê xwest têkeve kozik û tunelên hêzên me. Hêzên me yên gerîla li vê derê derbeke giran li dagirkeran dan.
Di heman rojê de leşkerên Tirk ên dagirker êrîşî çeperên hêzên me kirin. Hêzên me bi sabotajê 2 caran li wan dan. Di van du çalakiyan de herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin.
Heman rojê êvarê hêzên me yên gerîla du caran bi sabotajê dagirker kirine hedef. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.”

HPG’ê diyar kir dagirkerên ku derbên giran xwarin li girê Mamreşo li hember berxwedana gerîla têk çûn û li hemberî çeperên gerîlayan gaza jehrî bi kar anîn.

HPG’ê eşkere kir di êvara 24’ê Nîsanê de li Qada Cîlo ya Biçûk gerîla li dagirkeran dane. Hat gotin di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin û gelek dagirker jî birîndar bûne.

HPG’ê ragihand ku Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ di 24’ê Nîsanê de bi wesayîtên hewayî bi awayekî serkeftî li dagirkerên li Girê Zendûra ya herêma Metîna xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ku derbên giran xwar bi balafirên şer û hawanan Tepê Hakkarî, Girê Zendûra, qada Derarê û Girê Amêdiyê yên Herêma Metînayê, derdora gundê Bazê ya Kanîmasî, Gundê Bêpalan û qada Dola Bedrana ya Qendîlê, qada Goşîne ya Xakurkê, û qadên Sîda û Kunîşka ya Zapê bombebaran kirine.

Back to top button