Îro Çeteyên Dîfaa El-Wetenî careke din agirbest binpê kir û êrîşî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên nêzî dibistana Qamişlo û benda Hilkoyê kir.
Agirbesta ku duh heya seat 10 vê sibê hatibû ragihandin çeteyên Dîfaa El-Wetenî bin pê kir.
Çeteyan êrişî benda kontrolê ya Hêzên asayîşê a li xaçereya Hilko ya rojavayî tax Teyî ya Qamişloyê, kir.
Her wiha çeteyan êrişî nuqteyên asayîşê yên nêzî dibistana Qamişlî û benda Hilkoyê kir.
Hêzên asayîşê bersiva êrişî da û êrişa çeteyan şikand û hatin vegerandin.
Di bersivdayîna êrişê de hejmarek çete hatin kuştin.