Ji Karayilan banga têkoşînê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî sûcên ku dagirkeriya Tirk li Efrînê dike got: Berpirsên van sûcan. Ji ber bêdengiya Amerîka, Rûsya û Netewyên Yekbûyî ew berpirsin.

Mûrat Karayilan bang li gelê Kurd kir ku bêyî ku xwe bispêrin aliyekê, bikevin nava têkoşînê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re li ser gelek di mijarên di rojevê de axivî, di nav mijaran de derbarê sûcên ku dagirkeriya Tirk li Efrînê dike nirxandin kir.

Mûrat Karayilan got:

“Tişta ku dagirkeriya Tirk li Efrînê dike rûreşiya mirovahiyê ye.

Çawa ku DAÎŞ’ê li Şengalê jinên Kurd ên Êzidî revand û kir kole, niha jî li Efrînê dewleta Tirk ji bo jinên Kurd bi heman rengî bike kole, bifiroşe û bi her rengî bêrûmetiyê li wan bike direvîne.

Berpirsyarê van sûcan jî Amerîka, Rûsya û Netewên Yekbûyî ye ku li pêşberî van kiryaran hê jî bê deng e.”

Karayilan destnîşan kir ku di şexsê Efrînê de li ser gelê Kurd lihevkirineke navnetewî heye, ji bo wê jî divê gelê Kurd xwe bispêrin hêza xwe û bi vî rengî têbikoşin.

Derbarê berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê ku çalakiyên bihêz li dijî dagirkeirya Tirk dikin, Karayilan wan pîroz kir û hêviya serketinê xwest.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê ciwanên Kurdistane, ciwanên Efrînê, her kesên xwedî rûmet hovîtiya ser gel pêk tê ji bîr nekin.

Ya ku ciwanên Efrînê divê bike ne reva ber bi Ewropa, Başûr Kurdisan û Tirkiyê ye.

Ya pêwîst ew e ku tevlî Hêzên Rizgariya Efrînê bibin, li rûmeta xwe, xak û welatê xwe xwedî derkevin.

Back to top button