Balafirên dewleta Tirk careke din êrîşek bir ser herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê û ziyanek mezin giha herêmê.
Balafirên şer ên artêşa Tirk gundên Sinîn, Bêrkim û Xakurkê yên herêma Biradost bombebaran kirin.
Di encamê de rêya di navbera Sîdekan û Soran de ziyaneke mezin lê çêbû.
Ev rê, rêya sereke ya ji aliyê koçerên herêmê ve tê bikaranîn.
Li aliyeke din, di saetên sibehê de helîkopterek şer 5 bombe avêt nava zeviyên bajarokê Gapîlon ya Herêma Şarbajêr a Silêmaniyê.
Di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.
Rêveberê bajarokê Gapîlon da zanîn ku ew nizanin helîkopter ya kîjan welatiye.
Helîkoptera qala wê tê kirin ji bo veguhestina leşker, alavên leşkerî û tankan tê bikaranîn.