Meclisa jinan a HDP’ê dest bi kampanya têkoşînê kir

Meclîsa Jinan a HDP’ê li Enqereyê dest bi kampanyaya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ kir.

Meclîsê bi daxuyaniyekê kampanya ragihand û wiha got:

“Tifaqa AKP û MHP’ê vê pêvajoya pandemiyê ji xwe re kir firsend, bi destê qeyûman darbe li îradeya gel kiriye.

Ji xeynî desteserkirina îradeya gelê Kurd, êrîş biriye ser çand û zimanê gelê Kurd jî.

Parlementera me Leyla Guven a ku parlementeriya wê hatiye xistin jiyana xwe daye ser rêya têkoşîna azadiya gelê Kurd.

Rewşa ‘normal’ a AKP û MHP’ê dijminatiya jinan e.

Jin wê ji kolanan xwe venekişînin.

Li hemberî serweriya mêran em dest bi kampanya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ dikin. Wê ev kampanya mehekê bidome.

Meclîsa Jinan HDP’ê li dijî qeyûm, îstîmar, qanûna înfazê, şîddeta li ser jinan, li kolanan û qadan û banga tevlîbûnê li jinan kir.

Back to top button