Dewleta Tiek a dagirker şewitandina zeviyan dewam dike

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên bakur û Rojhilatê Sûrî bi hemû rêbazên hovane dewan dikin, vê carê mal û zeviyên şêniyan dişewitîne.

Duh, dewleta dagirker mal û zeviyên gundê Leylan ê li başûrê rojavayê navçeya Til Temirê şewitandin.

Ew têrê nekir, agir bi zeviyên gundê Herbel ê navçeya Ehresê ya Şehbayê jî xist.

Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn Îsayê jî ragihand ku heta niha zêdeyî 64 hezar donim zeviyên navçeyê şewitîne.

Li gorî Komîteyê, dewleta Tirk hemû zeviyên gundên girêdayî navçeyê şewitandine.

Şêniyên ku zeviyên wan bi temamî hatine şewitandin jî, ji bo ku karibin debara xwe bikin.

bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku zirarên li wan hatine, dabîn bikin.

Back to top button