Li Iraqê 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li Iraqê, Hêzên Ewlehiyê girtina 13 çeteyên DAIŞê, ragihand.

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqî daxuyand ku Hêzên Ewlehiyê bi armnca ewlebûn û di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, 13 çeteyên DAIŞ’ê li gelek taxên parêzgeha Nînewayê girtin.

Li gorî hat ragihandin, çeteyên hatin girtin di bin serweriya kampên leşkerî yên DAIŞ’ê de bûn.

Berî çend rojan jî, li paytexta Iraq Bexdayê, Hêzên Artêşa Iraqî 2 çeteyên DAIŞ’ê girtibûn.

Back to top button