Komên çekdar wê ji Trablûs a peytexta Lîbyayê vekişin

Li Lîbyayê ku 10 sale alozî dewam dike gaveke nû hate avêtin.
Hat ragihandin komên çekdar wê ji bajarê Trablûsê derkevin.

Têkildarî mijarê Wezîrê Karên Hundir Imad Trabelsî axivî û eşkere kir ev bîryar piştî hevdîtinên dirêj hatiye girtin û wê yekîneyên fermî erkê bi cih bînin.

Hat diyar kirin di çarçoveya peymanê de heta niha 5 koman ev yek qebûlkirine.

Ev peyman piştî şer û pevçûnên di mehên dawiyê de li bajar ku rû didan pêk hat.

Trabelsî da zanîn ku wê ev komên çekdar yên li paytextê ji îro pê de ji bîryargehên xwe dernekevin û wê hikumeta Lîbyayê van koman tenê ji bo wezîfeyên taybet bikarbîne.

Her wiha Trabelsî dibêje wê ji niha û şûnde êdî li ser rêyan bendên kontrolê yên van koman jî nemîne.

Tê diyar kirin bi derketina komên çekdar ji Trablûsa paytext ku piştî mirina Muammer Qedafî xistibûn bin kontrola xwe, wê demek nû dest pê bike.

Back to top button