Şerê Hemas û Îsraîlê 139 roj li pey xwe hişt

Di roja 139’an de li Xezayê şer û êrişên giran dewam kirin.
Hate ragihandin di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser navenda Xezayê û herêma Refahê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Hemasê jî ragihand ku wan li 4 tankên Îsraîlê xistin û bê bandor kirin.

Di roja 139’an de li Xezayê şer û êrişên giran qewimîn.

Artêşa Îsraîlê li dijî herêma Refahê ku amadekariyên operasyona bejahî dike, êrişên giran pêk anîn.

Di êrişên li dijî Refahê û navenda Xezayê de 24 kes hatin kuştin

Li gorî çapemeniya Filistînê di êrişên balafirê şer ya li dijî gelek taxên başûrê Refahê de 3 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Hat diyar kirin di bombebarana artêşa Îsraîlê ya şevê din a li dijî avahiyeke li nêzî kampa Nuseyratê ya li navenda Xezayê 17 kes hatine kuştin.

Hat ragihandin di êrişên li taxeke din ya navenda Xezayê de jî 3 jê zarok 4 kes mirine.

Hemas: Me li 4 tankên artêşa Îsraîlê xistin

Baskê leşkerî yê Hemasê jî ragihand ku wan li herêma Xan Yunus ya Xezayê li tankên artêşa Îsraîlê xistin.

Li gorî daxuyaniya ku di derbarê mijarê de hate dayîn de hat ragihandin li herêma Xan Yunus 2 û li taxa Zeytûn jî 2 tank bi moşekan hatine rûxandin.

Artêşa Îsraîlê: Balafireke bê mirov hate rûxandin

Li aliyê din Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan balafireke bê mirov ku ber bi Eylatê ve diçû rûxandine.

Têkildarî mijarê berdevkê artêşê daxuyanî da û diyar kir parastina hewayî ya vê sibê balafireke bê mirov ya ku ji Derya Sor ber bi xaka Îsraîlê ve diçû beriya ku debasî nava sînorê welat bibe îmha kir.

Operasyona bejahî ya li dijî Refahê di rojeva cîhanê de ye

Back to top button