Operasyona bejahî ya li dijî Refahê di rojeva cîhanê de ye

Operasyona bejahî ya li dijî herêma Refah ya Xezayê û pêkanîna agirbestê di rojeva cîhanê de ye.
Erebistana Siûdî û Misirê careke din ragihandin ku ew li dijî operasyona Îsraîlê ya li dijî Refahê ne.
Li parlementoya Îngilistanê jî daxwaza agirbestê ya li Xezayê hate qebûlkirin.
Rûsyayê jî ragihand ku wê Hemas û El Fetin 29’ê mehê li Mosko beşdarî civîna komên Filistînî bibin.

Operasyona bejahî ya li dijî Refahê ku Îsraîl plan dike beriya meha rojiyê dest pê bike di rojeva cîhanê de ye.

Erebistana Siûdî û Misirê careke din li ber vê operasyonê rabûn.

Erebistan û Misir li ber operasyona li dijî Refahê rabûn

Têkilkdarî mijarê Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî û Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bîn Ferhan hevdîtin pêk anîn.

Şukrî û Ferhan ku di civîna Wezîrên Karên Derve yên welatên G-20’an ya li bajarê Rio de Janerio yê Brezilyayê hatin cem hev li ser rewşa Xezayê niqaş kirin.

Hat ragihandin di hevdîtinê de êrişeke bejahî ya li dijî herêma Refahê ya Xezayê, bi darê zorê derxistina Filistîniyan ji cih û warên wan teqez hatiye red kirin.

Wezareta Karên Derve ya Misirê têkildarî hevdîtinê daxuyanî da û wiha got,

“Şukrî bi hempişeyê xwe yê Siûdî re ji bo kêmkirina aloziya li Xezayê tiştên ku bên kirin niqaş kirin.

Ji bo ku şerê li Xezayê bi dawî bibe û agirbest bê ragihandin berpirsyariya aliyên navnetewî ya mirovî û hiqûqî heye.”

Li parlementoya Îngilistanê daxwaza agirbesta li Xezayê hat qebûlkirin

Li Meclisa Avam ya Parlementoya Îngilistanê ji bo ku agirbesteke lezgîn li Xezayê pêk were pêşnûmeyek hat pêşkêşkirin.

Beriya ku pêşnûme bikeve dengdanê niqaş hatin kirin û hin parlementeran li dijî helwesta serokê parlementoyê nerazîbûn nîşandan.

Pêşnûme di çarçoveya pêşniyazên guhertinê ya Partiya Karkeran de hate qebûl kirin.

Di pêşnûmeyê de banga agirbesteke lezgîn tê kirin û lê tê diyar kirin dema ku Hemas êriş û tundiyê bi dawî bike wê ev yek pêkan be.

Hemas û El Fetih 29’ê Sibatê wê li Moskow beşdarî civînê bibin

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî ragihand ku wê Hemas û El Fetin 29’ê Sibatê li Mosko beşdarî civîna komên Filistînî bibin.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov di civîna çapemeniyê ya îro de got, “Em plan dikin ku Tevgera Fetih a Filistînê û Hemas beşdarî civînê bibin.

Di şerê li Xezayê de 118 kesên din mirin û 163 jî birîndar bûn

Back to top button