Meclisa Gelan Qanûna Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî derxist

Qanûna dadgeha parastina Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 7 beşan û 11 madeyan pêk tê.
Di nav de pênase, erkên dadgehê, sazûmaniya wê, usula kar û xebatên dadgehê, mafên wê û biryarên wê hene.

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sêşemê (20’ê Sibatê) Qanûna Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî ya herêmê di civîna xwe ya bi hejmar 93 derxist.

Desteya Serokatiya Meclisa Gelan, endamên wê yên li kantonan, endamên komîteya berfireh a sazkirina hevpeymana civakî tev li civînê bûn.

Di nav de pênase, erkên dadgehê, sazûmaniya wê, usula kar û xebatên dadgehê, mafên wê û biryarên wê hene.

Li gorî Rêveberiya Xweser, qanûn ji dîroka hatiye derxistin, kete meriyetê.

Amadekariya avakirina Meclisa Jîngehê tê kirin

Back to top button